14 Mart 2012 Çarşamba

Ji Amerîkayê nûçeyek baş!


 Îro ez pir teng û fireh bûm. Dema ku min li nûçeyan guhdarî kir an jî li seyr televizyonê dikir pir hêrs dihatim...Min digot rihetî bihata vî welatê û em  jî tiştên din re mijûl bibinê. Bi tiştên  bêmana wek bi diranan xwe vincek bikişînin û bikevine pirtûkê Guinnes, min wisa fikir.  Jeff ji bo ku betlaneya nivsalê çu cem malbata xwe. Sibehê me li ser skype qise kir û wî ji min re got “li seyr facebooka min bike”. Fikiryam ku diya Jessica (hevalekê meye û li Bostonê dijî) Pamela  lobiyên çêkirî û parxaç patiye, serda jî wêneyek kişandiye û daniye ser facebook rûpela xwe. Ji Jeff re gotiye ku:

"My first experiment with Kurdish green beans with garlic and eggs and my shepperds bread. Thanks to dalal and u for translations. I can already tell u gr beans are super cause i cheated" 
 yane:
 "Ji xwarinên Kurdan de min bi lobiyên çêkirî û parxaç sifteh kir.  Ji Delal re (dalal nivisiyaye) û ji bo wergerandin  ji te re (Jeff re dibeje) sipas dikim. Ez dikarim bibêjim lobî pir xweşin, ji berê herkese min xwar.”

       Wenêye ku Pam kişandiye!

Bi coş û bi keyfxweşi min va nûçeya li rûpela mina  http://www.facebook.com/kurtyemekleri nişan da û min xwest li blogê jî li ser vî mijara binivîsînim. Ji Florida’ye, ji çend hezar kilometre dûr de miroveke gelek baş, dixwaze xwarin û hesten me re bibe hevpar. Le li welatê me erd diheje û Kurd dimirin hinek mirov  dilşad dibin. Pir hestdar bûm, pir.

Paşê ez hatim ketim blogê ku va nivîsa binivîsînim ku çi bibînim, ji nivîskarên rojnameye Radikal Ali Duran Topuz nebûye encama bloga min?!! Ne keyfxweşi ne jî xemgînî tu nikarî ku bi kîloyan bigirî, eger hat bê hesab û bi zêdetî tê...

Ji we re,  ji me hemû re, xaftila, pir û pir bextiyarî dixwazim!!

18 Ocak 2012 Çarşamba

Parxaç



Di mehê pûşpera sala 2002’de, li merasîma fakulteya endazyariyê ya zanîngeha Hacettepeyê ez wer kêyf xweş bûm ku, min kepa xwe diavet hewayê û dikeniyam. Wê demê qet nehat bîra min ku demêk tê û ez ji şixulîn nefret dikim. Lewre bi xwastinekê xort min xwe avet şixulyanê.
Rojên berf û baranê ku herkes li rêyan an jî li baniyan gemarokir dima ez sibeh saet 7.30’de li ber deriyê kargehê bûm. Bi ser de min grîba gran derbaz dikir disa jî min fehm nedikir destûr bixwazim û bi vî halî ez şixulyam, şixulyam. Dawiyê 10 salan min sêyr kir ku hîna min du keviran nedaye ser hev dir ji jiyîna xwe. Lewma min ‘Ferrari’ya xwe firot. Dû re ji bo vî blogê min dest pê xebatan kir. Gelê Kurd ku ez jê têm, min xwest xwarina wan ê gelek pircure –çer ku yên gelên din ê a delal- bigirim qeydê, wêneyan û fîlman bikeşînim û tarîfan hevpişkî bikim. Iroj daxwazim encamekê xweşik ê vî xebatê hevpişkîbikim. Navê xwarinê Parxaç e. Parxaç bi taybetî li hêla Çewlîk, Dêrsim û Sêvazê tê patin û gelek tehm xweş, hêsayî û bitirûş e. Wext tê dikinê paşila xwe û xwe li rêyan dixîninê, wextekê din tê mêvanên re îkram dikinê. Hîna ku firinên elektrîk an jî sobayên bi firin tune bûn –15-20 sal pêşta, demekê nêzik yanê- li gundên me parxaç wiha dihat patin: Perengê rojingê dimaleştin binê dîwarê û erdê rojingê re pifdikirin. Hevîrê pêrxêç datînin vî şûnê û rind pan dikin dû re sêlekê paqij vediçerixînin serê hêvîr digirin. Perengan dîsa ser sêlê rêdixînin û bi germa rijîyê dihêlin saetek bipêjî. Bi tehm û bîhnê rijîyê nan pir xweş dihat, pir biîşteh dibu.
Ez bawerim ku hûn vî tarîfa hez dikin û daxwazim ku li videoya jêrin temaşe bikin. Tev li  kilama Beser Şahîn’e, Halbuko (ez gelek jê hez dikim) va ye ji we reeee Parxaç!!!

Parxaç, Çewlîk-Dêrsim-Sêvaz

Malzeme, ji bo 8 kesan:
  • 8 qedeh (yên avê) ard (1,1 kg, ê borekan)
  • 1 kase mast (400 g, li ser şirînî be)
  • bi kevçîyê sifrê xwê (15-20 g)
  • 3 heb hêk
  • 300 g margarîn
Amade Kirin:
1.     Mêst, hêk û xwê rind tev bidin.
2.     Ard bikin şûnekê fireh û kûr. Mastê ku we bi hêk û xwê tev da bû, sivik sivik berdin ser êrd û bihistrînin.
3.     Margarînê, li tawekê bihelînin û viyan jî berdin ser hêvîr û heta ku hevîr ser hişkî bû, histrandin berdewam bikin. Berkêşokekê (eşkêl:35 cm) bi rûnê avekî rûn bikin û hêvîr bidewisînin. Bi tiliya xwe ê ya nîşandanê qulikan vebikin.
4.     Firinê bînin 200 dereceyan û 10 deqiqan bihêlin germ bibe. Paşê berkêşokê têkin hundir firinê û 50 deqiqe bipêjin. Dawîya vî dema, 10 deqiqeyên din berkêşokê li firinê bihêlin ku hundirê nên bikeşî.

Çer ku daxwazin wer kerî bikin. Ji bîr mekin îkram jî bikin!!!

19 Aralık 2011 Pazartesi

Helîma Ardan


Helîma Ardan 

Dîsa rihet, dîsa tamxweş dîsa pratîk tarîfekê min heye û dîsa silav  ji we re!

Peşî tarîfê ez daxwazim tiştek bînim ser ziman, tiştekî wer ku berê da ez dîn kirime hem jî pirsgirekekê civakîye.  Pirsgireka -di sînemayê de an cîhen wek sînemayê de- nekaranîna buyîna temaşavanek normal.
      Vî hefta berê şeva înîyê me li filmê Çağan Irmakê Mirovên Bapîrê Min, paşê jî li filmê Yüksel Aksuyê Gundê Entelan Hember Gundiyan temaşe kir. Şeva înîyê di sînemayê de li çepê min Jeff, li çepa wî jî xortek rûdinişt. Va xorta, li min bawer bibin ku 5 sanîyekê de carekê destê xwe diavit têlefona xwe (ayfone çi kul û derde nizanim) û çavên me kor dikir û nedihişt ku em li filmê temaşe bikinê. 10 deqiqe va xorta bi têlafona xwe hundir salonê ronî kir dû re min wî agah kir. We digo ji fîlmê Avatar’e cinawirek diye, çeneyê wî daket û çavên wî gir bûn û li suretê min sêyr kir û wer ma! Axirê destê xwe ji têlafone kişand û me rihet kir.

      Roja çarşemîye, li piyê rastê min, du keç û du xort hebûn. Ji wan yê ku li cem min rûdinişt, çer ku fîlm dest pê kir va enîşkê xwe kir hundir qedehê  qehweyê min û rijand ser min. Paşê jî qet nego ku “bibexşîn”  çû çakêtê xwe der anî û hat.  Her çar xort û keç dû re wer xweş peyîvyan ku –peyivîn sivik dimîne, mihebbet-  gişt salon wan guhdarî dikir. Min got “Hûn dikarin hinik bêdeng bimînin?” wan deqiqekê din dewam kir û birîyan! Lê hîna xelas nebû, xortê ku li rastê min bû, dema ku li fîlmê tiştek mustehcen xwengî dikir, serê xwe digirt nav milên xwe, paldankê ku li ber wî bû xwe tan dida paş paldankê! Xanimek jî şûşeyê plastîk pan dikir û dengên ecêb derdixist!
Ez bawerim min wan buyeran bigirtana videoyê min jî fîlmek çêdikir.
Ez jî têr û tijî bûme her hal, axivîm û sakîn bûm!

Min derdê xwe ji we re got niha dema tarîfê ye!

Helîma Ardan/Çewlîk

Malzeme, ji bo 6 mirovan:
  • 6,5 qedeh av (1,5 litre)
  • 4 tijî kevçiyê sifrê, ard (100 g)
  • 2/3 qedeh (yên çay) rûnê şil (50 g)
  • 4 kibrit kutusu kadar kavurma (100 g)
  • 1 heb pîvaz (150-200 g)
  • 1,5 kevçi (yên şirînî) xwê (15 g)
  • 1 kevçi (yên şirînî) îsota sor û tûj  
  1.  Kerîkê avê bikin quşxanekê kûr û êrd sivik sivik berdin ser avê. Tev bidin ku ard nav avêda bihelî. Dema ku ard avêda heliya avê mayî û xwê îlawe bikin.
  2. Binê ocêx vêxînin, bi arekê xort 10 deqiqe bipêjin. Dema ku 10 deqiqe qediya şorbe dikeli û 10 deqiqeyên din jî bi arekê normal bipêjin. Ji wexta ku we ocêx vêxist heta we xavdakir divê şorbê tevbidin ku binê quşxanê negirî.
  3.  Wexta ku şorbe keliya, pîvaze hurik hurik kerî bikin û di taweyê de pîvazan sor bikin.
  4. Qarmê wek hebên şêkir hur bikin dû re îlaweyî pîvazê bikin. 2 deqiqan bi hev re tevbidin.
  5. Pîvaz û qarmê berdin ser şorbê (yê ku 20 deqiqe pijiya) îsotê jî bavên û bi tevdayin 5 deqiqeyên din bihêlin bipêjî.

Noşî can be!

Not: Dema bê de ezê qala qarmê ji we re bikim. Heke hûn nikarin qarmê bibînin, tarîfê bêqarme çêbikin lê divê e bibêjim ji tamê şorbeyê gelek kemasî dibe.  
Qarme



14 Aralık 2011 Çarşamba

Dolmê Kundiran



Şûna ku zaroktiya min derbaz bû, yanê li rojhilata vê welatê, azman gelek şîn bu ewr jî sipspi. Gava ku metrek berf dibariya an bahozek xelas dibu dîsan jî şîn bu azman. Min azmanê mijdar  û qirêj li Stenbolê naskir.
Hefteke ez nuçeyên meteorolojîyê gelek nêzik dişopînim ku ez li demsalê xwe rojek bitav nîşan bidim. Li wî rojê bitav hundir malê min ronahî bibe ku ez jî we re tarifa ku li rêze bi videoyekê baş nîşan bidim. Min wisa difikir.
Min got ew roj roja înî ye. Sibeh li saet 6 da min dest li pê amadehîyê kir. Ne tenê amadehî, hem xwarinê hem jî video hate çêkirin. Hema wexta ku min çi ku kişandiye li wan temaşe kir  qet xweşa min neçun. Ji ber vê yekê em niha tenê bi vî wêneyê îdare bikin.

Malzeme, ji bo 6 kesan:
  • 1 kg kundirê şîrîn, paqkirî û spîkirî (Ger ku tev li dendik û qalikane  2 kg)
  • 1 qedeh (ên avê) savar (200 g)
  • 2 kevçiyên sifrê toza şêkir (30 g) an 15 heb kûp şekir
  • 3 qedeh av (600 ml)
  • 1 kevçiyê şirînî xwê (10 g)
Ji bo sosê:
  • 1 qedeh (ên avê) mast (200 g)
  • 1 qedeh av (200 ml)
  • 4 heb sîr
  • 1 çay kaşığı tuz
  • 4 yemek kaşığı tereyağı (50 g)
1.     Kundirên şîrîn wek kûp hûr bikin. Quşxanekê fireh û kûr daînin ser ocêx û nîvî kundiran talbikin û ragihînin. Nîvikî savarê li ser kundiran biweşînin. Kundirên mayî li ser savarêra rêxînin û savarê mayî ji li ser kundiran biweşînin.
2.     Xwê û şêkir bavên. (Heke we şekira kûp amade kiriye se bihelînin û paşe li ser bikin) Avê jî lêbikin. Devê quşxanê bigirin.
3.     Binê ocêx vêxînin. Bi arê xort de 15 deqiqen, bi arê ortê de 15 deqiqeyên din bipêjin. Dû re 5 dediqen bihêlin bila rawestî.
4.     Savar û kundirên patî bigirin sênekê fireh. Orte bilind bibe.
Sos:
1.     Xwê û hebên sîrê bi hev re bikutin. Mêst û avê tevbidin û sirê jî tev lê bikin.
2.     Rûn bihelînin.

Pêşîyê rûnê helandî dû re jî dewê sirê li ser kundiran kin. Hûn bixwazin ortê sade jî dihêlin! Noşî can be!

18 Kasım 2011 Cuma

Keşke


Keşke
Kesên ku bapîrê min nas dikin baş dizanin ku ew bi rihetî bi her tiştî razî nabe. Ger ku dema behsa xwarinên ku ew ji zaroktiye xwe heta niha xwariye bikinê karê me zêdetir dibe. Ez bawerim we niha fehm kir ji bo mitbaxê Kurdan gavên ku ez diavêm çiqas çetin tên avetin.
Du hefte pêşta min li diya xwe dû re jî li meta xwe geriya. Min ji wan tarîfê Keşkê girt. Paşê hinek li ser xebitîyam û axirê min tarîfêk baş derxist. Wê şevê bapîrê min jî li mala min bu.
Bapîr li pêşiyê qet deng nekir û 3-4 kevçiyan ser hevda tijî kir û xwar. Dû re got “Ez jî daxwazim”.  Yanî daxwazî ku li mala wî jî bipêjim. Dû re got “Pir xweş hatiye”. Li ew demê tenê baskên min tunene ez dibêjim wekî çûçikê fir bidim. Wê tarîfê îro min dubare kir û ez bawer bûm ku wexta wê û danîna blogê ye. Waye ji werra tarîfa Keşke!

Malzeme (Ji bo 3 an 4 mirovan): 

  • 1 qedeh (ên avê) savar (200 g)
  • 2 qedeh (ên avê) mast, bertirş (400 g)
  • 3 qedehên ava xwarinê (600 ml)
  • 2 kevçiyên sifrê ard (40 g)
  • 1 keçviyê şirînî xwe (10 g)
  • 4 kevçiyen sifrê rûn (50 g)
1.   Mêst û xwê û êrd û avê tevbidin. Quşxanekû kûr daînin ser ocaxê û va şorbeyê talbikin. 
2.   Savarê jî berdin ser û binê ocêx vêxînin. 15 deqiqe li ser arê xurt bipêjîn lê bîr mekin carinan tevbidin. Kerîk devê quşxanê girtî be.
3.     Dawîyê vê demê ew şorbêya dikeli. 15 deqiqeyên din li ser arê sivik bihêlin lê bi sıxletî tevbidin. Devê quşxanê bigirin û bihêlin 5 deqiqe rawestî.
4.     Keşkeyê patî berdin sênekê fireh û kûr û ortê vebikin. Rûnê nivîşk bihelînin û berdin orta keşkê. Hinek ji rûn hinek ji keşkê bigirin kevçiya xwe û bi xêr û xweşî bixwun

Not 1: Heke mast bertiş be rûn li we tiştekê nake.


Not 2: Xwarinên ku bi savar û êrd tê çêkirin binê quşxanan zû digirin. Hay jê bin! 

20 Ekim 2011 Perşembe

Gêrmiya Şîr


Wer diyar dike ku îsal zivistan zû tê. Min ji xwest ku, ê ku ji karên xwe yê dûr tên û daxwazin heman şorbek xweş vebixwin û hundirên xwe germ bikin ji wan ra tarifek gelek rihet u bitehm binivîsim.

Malzeme:
  • 2 qedehên avê şîr (400 ml)
  • nîv qedehên avê birinc (100 g)
  • 5 qedeh av (1 litre)
  • kevçîkek xwe (kevçîyê şîrînî)
1.   Birinc bişon û avê darivînin.
2. Lîtrek avê berdin quşxanekêk kur û birinc û xwe ji bi ser de bikin û binê ocêx vêxînin. Bihêlin 25 deqiqe bikelî. Devê quşxanê bila vekirî be.
3. Eger ku birinc pijîyayî ye şîr lêbikin û 10 deqiqeyên din bikelînin.
                                    
   Noşî can be!



11 Ekim 2011 Salı

Di Mitbaxê Kurdan de Çi Tê Patin?


Hevalên Hêja,
Hîna ku min behsê xwarinan nekiri bu min xwest li kolanan bikevim û fehm bikim ka mirov xwarinên Kurdan dizanin an na!
Buyerên balkêş hatin serê min. Mesela gelekê girîng bersiv da min û wan got “kebab”. Va bersiva pir xweşa min çu ji ber ku mirovên xerîb ra Tirk dibêjin kebab xwarina en başê Tirkan e. Lê dema ku ez ji Tirkan dipirsim û dibêjim xwarinê Kurdan çi ne ew min ra wisa bersivê didin: “kebab e”
Dîsa gelekê girîng gotin “lobiyên hişk û girar”. Hûn bawer bin ku van mirovana zen kirin ku ez dibêjim xwarinê a Tirkan. Halbûkî min dengê xwe pir bilind dikir wexta ku min dipirsîya. Ez dikarim bibêjim guhên van mirovan ji peyvê Kurd ra cih e. Kesên ku gotin meftune, keledoş, avsîr, goştê sêlê ji berk u Kurd bun rast qezî kirin.
Dîsa jî icap dike ku ez bibêjim dir ji camêrek ku got “Xwarinê Kurdan ji heye?” (Ewê ku li video ye ez bawerim hûn tehmin dikin kiye) qet kes suretê sar neda min û min tiştek negatîf nedî.  Wexta ku wan pirsê min bihîst wer xuya kir ku wan dest pê fikirîn kirin li ser mijarek ku wan berê qet ser nesikinya bun.
Buyera ku ez her ê zêde tesîrdar bum, çi ku li pêşîyê û paşîyê videoyê ciwanek tê ekranê got ew e. Wî va hevoka got:
“Şalê her tişt wek wiha bi rindî, bi qezî kirin bibe..”