18 Ocak 2012 Çarşamba

Parxaç



Di mehê pûşpera sala 2002’de, li merasîma fakulteya endazyariyê ya zanîngeha Hacettepeyê ez wer kêyf xweş bûm ku, min kepa xwe diavet hewayê û dikeniyam. Wê demê qet nehat bîra min ku demêk tê û ez ji şixulîn nefret dikim. Lewre bi xwastinekê xort min xwe avet şixulyanê.
Rojên berf û baranê ku herkes li rêyan an jî li baniyan gemarokir dima ez sibeh saet 7.30’de li ber deriyê kargehê bûm. Bi ser de min grîba gran derbaz dikir disa jî min fehm nedikir destûr bixwazim û bi vî halî ez şixulyam, şixulyam. Dawiyê 10 salan min sêyr kir ku hîna min du keviran nedaye ser hev dir ji jiyîna xwe. Lewma min ‘Ferrari’ya xwe firot. Dû re ji bo vî blogê min dest pê xebatan kir. Gelê Kurd ku ez jê têm, min xwest xwarina wan ê gelek pircure –çer ku yên gelên din ê a delal- bigirim qeydê, wêneyan û fîlman bikeşînim û tarîfan hevpişkî bikim. Iroj daxwazim encamekê xweşik ê vî xebatê hevpişkîbikim. Navê xwarinê Parxaç e. Parxaç bi taybetî li hêla Çewlîk, Dêrsim û Sêvazê tê patin û gelek tehm xweş, hêsayî û bitirûş e. Wext tê dikinê paşila xwe û xwe li rêyan dixîninê, wextekê din tê mêvanên re îkram dikinê. Hîna ku firinên elektrîk an jî sobayên bi firin tune bûn –15-20 sal pêşta, demekê nêzik yanê- li gundên me parxaç wiha dihat patin: Perengê rojingê dimaleştin binê dîwarê û erdê rojingê re pifdikirin. Hevîrê pêrxêç datînin vî şûnê û rind pan dikin dû re sêlekê paqij vediçerixînin serê hêvîr digirin. Perengan dîsa ser sêlê rêdixînin û bi germa rijîyê dihêlin saetek bipêjî. Bi tehm û bîhnê rijîyê nan pir xweş dihat, pir biîşteh dibu.
Ez bawerim ku hûn vî tarîfa hez dikin û daxwazim ku li videoya jêrin temaşe bikin. Tev li  kilama Beser Şahîn’e, Halbuko (ez gelek jê hez dikim) va ye ji we reeee Parxaç!!!

Parxaç, Çewlîk-Dêrsim-Sêvaz

Malzeme, ji bo 8 kesan:
  • 8 qedeh (yên avê) ard (1,1 kg, ê borekan)
  • 1 kase mast (400 g, li ser şirînî be)
  • bi kevçîyê sifrê xwê (15-20 g)
  • 3 heb hêk
  • 300 g margarîn
Amade Kirin:
1.     Mêst, hêk û xwê rind tev bidin.
2.     Ard bikin şûnekê fireh û kûr. Mastê ku we bi hêk û xwê tev da bû, sivik sivik berdin ser êrd û bihistrînin.
3.     Margarînê, li tawekê bihelînin û viyan jî berdin ser hêvîr û heta ku hevîr ser hişkî bû, histrandin berdewam bikin. Berkêşokekê (eşkêl:35 cm) bi rûnê avekî rûn bikin û hêvîr bidewisînin. Bi tiliya xwe ê ya nîşandanê qulikan vebikin.
4.     Firinê bînin 200 dereceyan û 10 deqiqan bihêlin germ bibe. Paşê berkêşokê têkin hundir firinê û 50 deqiqe bipêjin. Dawîya vî dema, 10 deqiqeyên din berkêşokê li firinê bihêlin ku hundirê nên bikeşî.

Çer ku daxwazin wer kerî bikin. Ji bîr mekin îkram jî bikin!!!

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder