19 Aralık 2011 Pazartesi

Helîma Ardan


Helîma Ardan 

Dîsa rihet, dîsa tamxweş dîsa pratîk tarîfekê min heye û dîsa silav  ji we re!

Peşî tarîfê ez daxwazim tiştek bînim ser ziman, tiştekî wer ku berê da ez dîn kirime hem jî pirsgirekekê civakîye.  Pirsgireka -di sînemayê de an cîhen wek sînemayê de- nekaranîna buyîna temaşavanek normal.
      Vî hefta berê şeva înîyê me li filmê Çağan Irmakê Mirovên Bapîrê Min, paşê jî li filmê Yüksel Aksuyê Gundê Entelan Hember Gundiyan temaşe kir. Şeva înîyê di sînemayê de li çepê min Jeff, li çepa wî jî xortek rûdinişt. Va xorta, li min bawer bibin ku 5 sanîyekê de carekê destê xwe diavit têlefona xwe (ayfone çi kul û derde nizanim) û çavên me kor dikir û nedihişt ku em li filmê temaşe bikinê. 10 deqiqe va xorta bi têlafona xwe hundir salonê ronî kir dû re min wî agah kir. We digo ji fîlmê Avatar’e cinawirek diye, çeneyê wî daket û çavên wî gir bûn û li suretê min sêyr kir û wer ma! Axirê destê xwe ji têlafone kişand û me rihet kir.

      Roja çarşemîye, li piyê rastê min, du keç û du xort hebûn. Ji wan yê ku li cem min rûdinişt, çer ku fîlm dest pê kir va enîşkê xwe kir hundir qedehê  qehweyê min û rijand ser min. Paşê jî qet nego ku “bibexşîn”  çû çakêtê xwe der anî û hat.  Her çar xort û keç dû re wer xweş peyîvyan ku –peyivîn sivik dimîne, mihebbet-  gişt salon wan guhdarî dikir. Min got “Hûn dikarin hinik bêdeng bimînin?” wan deqiqekê din dewam kir û birîyan! Lê hîna xelas nebû, xortê ku li rastê min bû, dema ku li fîlmê tiştek mustehcen xwengî dikir, serê xwe digirt nav milên xwe, paldankê ku li ber wî bû xwe tan dida paş paldankê! Xanimek jî şûşeyê plastîk pan dikir û dengên ecêb derdixist!
Ez bawerim min wan buyeran bigirtana videoyê min jî fîlmek çêdikir.
Ez jî têr û tijî bûme her hal, axivîm û sakîn bûm!

Min derdê xwe ji we re got niha dema tarîfê ye!

Helîma Ardan/Çewlîk

Malzeme, ji bo 6 mirovan:
  • 6,5 qedeh av (1,5 litre)
  • 4 tijî kevçiyê sifrê, ard (100 g)
  • 2/3 qedeh (yên çay) rûnê şil (50 g)
  • 4 kibrit kutusu kadar kavurma (100 g)
  • 1 heb pîvaz (150-200 g)
  • 1,5 kevçi (yên şirînî) xwê (15 g)
  • 1 kevçi (yên şirînî) îsota sor û tûj  
  1.  Kerîkê avê bikin quşxanekê kûr û êrd sivik sivik berdin ser avê. Tev bidin ku ard nav avêda bihelî. Dema ku ard avêda heliya avê mayî û xwê îlawe bikin.
  2. Binê ocêx vêxînin, bi arekê xort 10 deqiqe bipêjin. Dema ku 10 deqiqe qediya şorbe dikeli û 10 deqiqeyên din jî bi arekê normal bipêjin. Ji wexta ku we ocêx vêxist heta we xavdakir divê şorbê tevbidin ku binê quşxanê negirî.
  3.  Wexta ku şorbe keliya, pîvaze hurik hurik kerî bikin û di taweyê de pîvazan sor bikin.
  4. Qarmê wek hebên şêkir hur bikin dû re îlaweyî pîvazê bikin. 2 deqiqan bi hev re tevbidin.
  5. Pîvaz û qarmê berdin ser şorbê (yê ku 20 deqiqe pijiya) îsotê jî bavên û bi tevdayin 5 deqiqeyên din bihêlin bipêjî.

Noşî can be!

Not: Dema bê de ezê qala qarmê ji we re bikim. Heke hûn nikarin qarmê bibînin, tarîfê bêqarme çêbikin lê divê e bibêjim ji tamê şorbeyê gelek kemasî dibe.  
Qarme



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder