14 Aralık 2011 Çarşamba

Dolmê Kundiran



Şûna ku zaroktiya min derbaz bû, yanê li rojhilata vê welatê, azman gelek şîn bu ewr jî sipspi. Gava ku metrek berf dibariya an bahozek xelas dibu dîsan jî şîn bu azman. Min azmanê mijdar  û qirêj li Stenbolê naskir.
Hefteke ez nuçeyên meteorolojîyê gelek nêzik dişopînim ku ez li demsalê xwe rojek bitav nîşan bidim. Li wî rojê bitav hundir malê min ronahî bibe ku ez jî we re tarifa ku li rêze bi videoyekê baş nîşan bidim. Min wisa difikir.
Min got ew roj roja înî ye. Sibeh li saet 6 da min dest li pê amadehîyê kir. Ne tenê amadehî, hem xwarinê hem jî video hate çêkirin. Hema wexta ku min çi ku kişandiye li wan temaşe kir  qet xweşa min neçun. Ji ber vê yekê em niha tenê bi vî wêneyê îdare bikin.

Malzeme, ji bo 6 kesan:
  • 1 kg kundirê şîrîn, paqkirî û spîkirî (Ger ku tev li dendik û qalikane  2 kg)
  • 1 qedeh (ên avê) savar (200 g)
  • 2 kevçiyên sifrê toza şêkir (30 g) an 15 heb kûp şekir
  • 3 qedeh av (600 ml)
  • 1 kevçiyê şirînî xwê (10 g)
Ji bo sosê:
  • 1 qedeh (ên avê) mast (200 g)
  • 1 qedeh av (200 ml)
  • 4 heb sîr
  • 1 çay kaşığı tuz
  • 4 yemek kaşığı tereyağı (50 g)
1.     Kundirên şîrîn wek kûp hûr bikin. Quşxanekê fireh û kûr daînin ser ocêx û nîvî kundiran talbikin û ragihînin. Nîvikî savarê li ser kundiran biweşînin. Kundirên mayî li ser savarêra rêxînin û savarê mayî ji li ser kundiran biweşînin.
2.     Xwê û şêkir bavên. (Heke we şekira kûp amade kiriye se bihelînin û paşe li ser bikin) Avê jî lêbikin. Devê quşxanê bigirin.
3.     Binê ocêx vêxînin. Bi arê xort de 15 deqiqen, bi arê ortê de 15 deqiqeyên din bipêjin. Dû re 5 dediqen bihêlin bila rawestî.
4.     Savar û kundirên patî bigirin sênekê fireh. Orte bilind bibe.
Sos:
1.     Xwê û hebên sîrê bi hev re bikutin. Mêst û avê tevbidin û sirê jî tev lê bikin.
2.     Rûn bihelînin.

Pêşîyê rûnê helandî dû re jî dewê sirê li ser kundiran kin. Hûn bixwazin ortê sade jî dihêlin! Noşî can be!

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder