18 Kasım 2011 Cuma

Keşke


Keşke
Kesên ku bapîrê min nas dikin baş dizanin ku ew bi rihetî bi her tiştî razî nabe. Ger ku dema behsa xwarinên ku ew ji zaroktiye xwe heta niha xwariye bikinê karê me zêdetir dibe. Ez bawerim we niha fehm kir ji bo mitbaxê Kurdan gavên ku ez diavêm çiqas çetin tên avetin.
Du hefte pêşta min li diya xwe dû re jî li meta xwe geriya. Min ji wan tarîfê Keşkê girt. Paşê hinek li ser xebitîyam û axirê min tarîfêk baş derxist. Wê şevê bapîrê min jî li mala min bu.
Bapîr li pêşiyê qet deng nekir û 3-4 kevçiyan ser hevda tijî kir û xwar. Dû re got “Ez jî daxwazim”.  Yanî daxwazî ku li mala wî jî bipêjim. Dû re got “Pir xweş hatiye”. Li ew demê tenê baskên min tunene ez dibêjim wekî çûçikê fir bidim. Wê tarîfê îro min dubare kir û ez bawer bûm ku wexta wê û danîna blogê ye. Waye ji werra tarîfa Keşke!

Malzeme (Ji bo 3 an 4 mirovan): 

  • 1 qedeh (ên avê) savar (200 g)
  • 2 qedeh (ên avê) mast, bertirş (400 g)
  • 3 qedehên ava xwarinê (600 ml)
  • 2 kevçiyên sifrê ard (40 g)
  • 1 keçviyê şirînî xwe (10 g)
  • 4 kevçiyen sifrê rûn (50 g)
1.   Mêst û xwê û êrd û avê tevbidin. Quşxanekû kûr daînin ser ocaxê û va şorbeyê talbikin. 
2.   Savarê jî berdin ser û binê ocêx vêxînin. 15 deqiqe li ser arê xurt bipêjîn lê bîr mekin carinan tevbidin. Kerîk devê quşxanê girtî be.
3.     Dawîyê vê demê ew şorbêya dikeli. 15 deqiqeyên din li ser arê sivik bihêlin lê bi sıxletî tevbidin. Devê quşxanê bigirin û bihêlin 5 deqiqe rawestî.
4.     Keşkeyê patî berdin sênekê fireh û kûr û ortê vebikin. Rûnê nivîşk bihelînin û berdin orta keşkê. Hinek ji rûn hinek ji keşkê bigirin kevçiya xwe û bi xêr û xweşî bixwun

Not 1: Heke mast bertiş be rûn li we tiştekê nake.


Not 2: Xwarinên ku bi savar û êrd tê çêkirin binê quşxanan zû digirin. Hay jê bin! 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder