14 Mart 2012 Çarşamba

Ji Amerîkayê nûçeyek baş!


 Îro ez pir teng û fireh bûm. Dema ku min li nûçeyan guhdarî kir an jî li seyr televizyonê dikir pir hêrs dihatim...Min digot rihetî bihata vî welatê û em  jî tiştên din re mijûl bibinê. Bi tiştên  bêmana wek bi diranan xwe vincek bikişînin û bikevine pirtûkê Guinnes, min wisa fikir.  Jeff ji bo ku betlaneya nivsalê çu cem malbata xwe. Sibehê me li ser skype qise kir û wî ji min re got “li seyr facebooka min bike”. Fikiryam ku diya Jessica (hevalekê meye û li Bostonê dijî) Pamela  lobiyên çêkirî û parxaç patiye, serda jî wêneyek kişandiye û daniye ser facebook rûpela xwe. Ji Jeff re gotiye ku:

"My first experiment with Kurdish green beans with garlic and eggs and my shepperds bread. Thanks to dalal and u for translations. I can already tell u gr beans are super cause i cheated" 
 yane:
 "Ji xwarinên Kurdan de min bi lobiyên çêkirî û parxaç sifteh kir.  Ji Delal re (dalal nivisiyaye) û ji bo wergerandin  ji te re (Jeff re dibeje) sipas dikim. Ez dikarim bibêjim lobî pir xweşin, ji berê herkese min xwar.”

       Wenêye ku Pam kişandiye!

Bi coş û bi keyfxweşi min va nûçeya li rûpela mina  http://www.facebook.com/kurtyemekleri nişan da û min xwest li blogê jî li ser vî mijara binivîsînim. Ji Florida’ye, ji çend hezar kilometre dûr de miroveke gelek baş, dixwaze xwarin û hesten me re bibe hevpar. Le li welatê me erd diheje û Kurd dimirin hinek mirov  dilşad dibin. Pir hestdar bûm, pir.

Paşê ez hatim ketim blogê ku va nivîsa binivîsînim ku çi bibînim, ji nivîskarên rojnameye Radikal Ali Duran Topuz nebûye encama bloga min?!! Ne keyfxweşi ne jî xemgînî tu nikarî ku bi kîloyan bigirî, eger hat bê hesab û bi zêdetî tê...

Ji we re,  ji me hemû re, xaftila, pir û pir bextiyarî dixwazim!!

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder