11 Ekim 2011 Salı

Silav


                Deh hezar sal pêşta komekê mirovan ji koçertî û nêçîrvanî bêzar bubun û xwe anîn gihandin Mezopotamyayê û li nav pîlên Dicle û Firat cih girtin. Heywanan kedî kirin ax ajotin û çinyan, hacet û alet  îcat kirin û li vir cih bûn. Îro li Rihayê li Göbeklitepê, li Amedê li Çayönüyê, eser û  nîşanên gelek girîng tê dînê. Van mirovên  aqildar  bav û kalên Kurdan in. Ew Kurd ku îroj li eynî cografyayê  daxwazin  hebuna  xwe  îspat bikin. Gelê Kurd hezaran sal in  xwedîyê  çandek  xwarinê ye  û  mirov nikarî  bifikirî  va çanda û nefikirî
buyerên dirokî.  Li mitbaxê çi tê patin, bihnên xweş ku ji ocêx tên çi ne! Li ser vê mijarê girîng de kêmasîyê  pirtûk û çavkanî heye. Ji ber ve yekê min va bloga çekir û ez daxwazim piştî  lê gerinên min, min ku çi dît werra parî bikim. Min xwast ku rêk vekim û neslê ku tê, xwarinê Kurdan fehm bike, bipêji û bide danasîn.
               Ji bo ku min xwast dengê xwe hem ji milletê Kurd ku li Dinya yê belav bûye hem ji milletê  a din re bigihînim, min va bloga bi Kurdi bi Tirkî û bi Îngilîzî nivîsand. Ez hêvîdarim ku van zimanana zêde bikim.

               Ez li benda şîroveyên û fikirên û tewsiyeyên we me. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder